• Tuesday, 02 July 2024
logo

Iraq bo Îran û Amerîkayê: Axa me nekin qada pevçûnê

Gulan Media January 4, 2021 Nûçe
Iraq bo Îran û Amerîkayê: Axa me nekin qada pevçûnê
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ragihand; daxwaz ji Îran û Amerîkayê dikin ku rêz li serweriya axa Iraqê bigrin û Iraq nekin qada pevçûn û lêdana welatên cîran.

Yehya Resûl di hevpeyvîneke televîzyonî de diyar kir ku hêzên ser bi Artêşa Iraqê ji aliyê zemînê ve bi temamî hatine perwerdekirin û amade ne û ew hewl didin asta hêzên esmanî yên Iraqê di demeke kin de bilindtir bikin.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Iraqê di beşeke din a hevdîtinê de destnîşan kir ku ligel hikûmeta Sûriyê di gotûbêjan de ne, da ku rewşa sînoran baştir bikin.

Yehya Resûl herwiha eşkere kir: “Rêkeftina Şingalê ya navbera Hewlêr û Bexdayê jî rê li ber vegera awareyên wan deveran bo cih û warên xwe vedike, beşek ji wan awareyan jî vegeriyane.”

K24
Top