• Tuesday, 02 July 2024
logo

Daxwaza derkirina hêzên Amerîkî tê kirin

Gulan Media January 4, 2021 Nûçe
Daxwaza derkirina hêzên Amerîkî tê kirin
dibêje biryar derxistina hêzên Amerîkî tole sendineke başe.
Dibêje lazime biryara parlementoyê were cîhbicîhkirin.

Serokê koma çekdarên heşda şebî Falih Feyaz di nava gotareke xwe de yaku di merasîma bîranîna kuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis de pêşkêş kir ragihand ku lazime hêzên Amerîkî ji Îraqê werin derixstin.

Falih Feyaz eşkere kir ku, sala par parlementoya Îraqê bo der kirina hêzên Amerîkî li Îraqê biryar stendiye û lazime niha ew biryara han were cîhbicîhkirin û hêzên Amerîkî jî ji Îraqê werin derxistin.

Nav hatî eşkere kir ku biryara parlementoyê bo der kirina hêzên Amerîkayê ji Îraqê weke tole sendina Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendise û lazime ew biryara han bilez were cîhbicîhkirin.
Top