• Tuesday, 02 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Kî çanda civaka Kurd têk bibe vê rûbirûyê qanûnê were kirin

Gulan Media January 3, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Kî çanda civaka Kurd têk bibe vê rûbirûyê qanûnê were kirin
dibêje ew kesên han vê rûbirûyê qanûnê werin kirin.
Serokwzîr derbarê bûyerên şeva sersalê de daxuyaniyek belav kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê bûyerên şeva sersalê yaku çend kesan êrîşî ser torîstên Ereb kiribûn daxuyaniye belav kir ku ew jî tekesta vê ye;

Mixabin di wan rojên dawî de, çend bûyerên nexwestî û dûr ji tevahiya toreyên civakî yên Kurdistanê qewmîne û çend kesekî têkder û ajavegêr, êrîşî ser torîstên Bexda û Parêzgehên din yên Îraqê kirine ku bi mebesta bi ser birina betlaniya ser salê hatine herêma Kurdistanê. Ew destdirêjiyên han bi tundtirîn awayî mehkûm û şermezar dikim ku dûrin ji buha û rewşta bilind ya civaka me.

Herêma Kurdistanê di salên derbasbûyî de û heta niha penageheke aram bûye bo miliyonan aware û penaberên Parêzgehên din yên Îraqê û welatên derdorê û hertim bêyî ti cudatî deriyên xwe vekirî bûne û hembêz kirine, herwiha bi berdewamî jî sedan hezar torîst berê xwe dane herêma Kurdistanê û birêzdarî pêwşaziya wan hatiye kirin.

Jiber vê çendê bûyerên vê dawiyê tişteke nedîtiye di nava çanda bilind lêbûrîn û bihevre jiyana aştiyane û mirofdostî ya xelkê Kurdistanê û her kes û aliyek jî ku hewla têkdan û naşîrîn kirina ev çanda bilind û binirx ya civaka me bide, vê rêkarên tund yên qanûnî li hember wî werin girtin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

2/1/2021

Top