Ji ber sir û sermayê Agirî qerisî
![Ji ber sir û sermayê Agirî qerisî](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/556043Image1.jpg )
Li Bakurê Kurdistanê sir û sermaya herî zêde li parêzgeha Agirî ye. Li bajêr germaya hewayê 21 pile daketiye jêr sifrê û bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye.
Ji ber vê sermayê bajar qerisî ye û depoya avê ku 15 metreyan bilind e, zembelîlk pêve hatine xwarê. Welatiyan jî bi naylon û çadiran otomobîlên xwe pêçane daku wan biparêzin û çeman jî qeşa girtî ye.
Bi şev germahiya hewayê li Agiriyê di bin sifirê de 21, li Erdexanê di bin sifirê de 19, li Qersê di bin sifirê de 16, li Îdirê di bin sifirê de 9, li Erzingan û Dêrsimê di bin sifirê de 1, li Erzeromê di bin sifirê de 8 pile hat pîvan.
Stûriya berfê li navendên xweşiqitandinê ya Palandokenê 51, li Qonaxliyê 34, li Qamûşanê 31 santim hat pîvandin.
Rudaw