• Tuesday, 02 July 2024
logo

Hizbulaha Îraqê: Îro em nakevin nava balyozxaneya Amerîkayê

Gulan Media January 3, 2021 Nûçe
Hizbulaha Îraqê: Îro em nakevin nava balyozxaneya Amerîkayê
hizbulaha Îraqê berdewame li ser gef kirin li Amerîkayê.
Vê îro li Bexdayê xwepîşandaneke mezin were kirin.

Biryare îro li Bexdayê bi minasebeta salvegera kuştina Fermandarê spaha Qudis ya Îraqê û Cîgirê Serokê çekdarên heşda şebî, li Bexdayê xwepîşandaneke mezin were organîzekirin.

Ew xwepîşandana han ji aliyê komên çekdar û aliyên siyasî yên ser bi Îranê ve tê organîzekirin.

Yek ji beşdar û organîzatorên xwepîşandana Bexdayê hizbulaha Îraqê ye, hizbulah îro belav kiriye ku ferman bi çekdarên xwe kiriye daku îro nekevin nava balyozxaneya Amerîkayê.

Hizbulah hewiha eşkere kiriye ku îro nakevin nava balyozxaneya Amerîkayê û narûxînin jiber ku hîn jî dem di destê wan de heye.

Weke tê zanîn ew demêke ku çekdarên hizbulahê li Bexdayê êrîşî ser balyozxaneya Amerîkayê dikin û gefa vê yekê dikin ku vê bi dare zorê Amerîkayê ji Îraqê derbixin.

Top