Vîrûsa nû ya Coronayê li 33 welatan belav bûye
![Vîrûsa nû ya Coronayê li 33 welatan belav bûye](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/556029Image1.jpg )
Vîrûsa nû ku di encama xweguhertina protîn de derketiye, destpêkê li Brîtanyayê belav bû û niha li 32 welatên din belav bûye.
Ew vîrûs li Tirkiyeya cîranê Herêma Kurdistanê û Iraqê jî belav bûye, Tirkiyê roja Înê geştên ligel Brîtanyayê rawestandin.
Hemû pêketiyên Tirkiyê ji Brîtanyayê hatine, Wezîrê Tendirûstî yê Tirkiyê Fahrettin Koca jî dibêje, hemû hatine kerentînekirin û wan kesan jî dişopînîn ku temasa wan ligel 15 pêketiyan hebûye.
Heta niha 40 welatan geştên ligel Brîtanyayê rawestandine. Vîrûsa nû ya Coronayê 8ê Kanûna 2020an li Brîtanyayê belav bû, zanayan her yekser gotin ku ew vîrûs ne metirsîdartir e ji corê din, lê bi rêjeya %70 bileztir belav dibe.
Vîrûsa nû ya Coronayê li Amerîka, Brîtanya, Australya, Belçîka, Brezîlya, Kanada, Chile, Çîn, Danîmarka, Finlanda, Fransa, Almanya, Iceland, Hindistan, Îrlanda, Îsraîl, Îtalya, japonya, Urdin, Lubnan, Malta, Holanda, Norveç, Pakîstan, Portugal, Sîngapur, Koreya Başûr, Îspanya, Swêd, Swîsre, Îmarat û Taywanê belav bûye.
Rudaw