• Tuesday, 02 July 2024
logo

Hevkariyên Hevpeymanan ji hêzên Pêşmerge re ta sala 2022an de berdewam dibe

Gulan Media January 3, 2021 Nûçe
Hevkariyên Hevpeymanan ji hêzên Pêşmerge re ta sala 2022an de berdewam dibe
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê diyar kir ku ew ê alîkariya bi Hêzên Pêşmerge re bidomînin.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Wayne Marotto beşdarî bultena nûçeyan a ji K24ê re bû û ragihand, bi riya bernameyeke taybet re, ji meha Mijdara borî ve û li ser budceya Wezareta Berevaniyê ya Amerîka, zêdetir ji 6 milyon Dolar hevkariyên leşkerî ji Pêşmerge re hatine pêşkêş kirin. Ev hevkarî jî heta sala 2022an berdewam dibin.

Wayne Marotto diyar kir, ew di çarçoveya bernameyeke diyar de alîkariyê didin hêzên Pêşmergeyan û got, "Di vî warî de budçeyek ji aliyê Pentagonê ve hatiye veqetandin heye. Herwiha ji bo çekdanîna hêzên li dijî DAÎŞ'ê desteka aborî ya Wezareta Karên Derve ya DYA'yê heye."

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî da zanîn jî, Amerîka dê li gor bernameyê, di vê hefteyê de 93 otombîlên radestî Pêşmerge bike. Diyar kir jî, di meha borî de jî zêdetir ji 40 otombîlên leşkerî dane Pêşmerge.

Marotto got Hevpeymanî di 2020'an de li Iraqê nêzî 590 êrîşên asmanî pêk anîne. Li Sûriyê jî 172 operasyon hatin kirin û 438 kes dîl hatin girtin.

Berdevkê Hevpeymanê tekez kir, DAIŞ dê di sala 2021'an de ji bo Iraq û Sûriyê bibe metirsiyek cidî û got: “Rêbertî û çavkaniyên aborî yên DAIŞ'ê hatin bêbandorkirin, lê ew rêxistin bi kuştin û revandina xelkê berdewam e bi teknîkên cuda êrîşî hêzên ewlekariyê dike. Lê girîng ew e ku niha DAIŞ nikare deverekê ji bo xwe dagir bike.”

Herwiha got: “Car caran behsa wê tê kirin ku êrîş li karwanekî ser karwanekî otombîlên Amerîkî kirine, ev jî ne rast e. ev êrîşên han li ser Iraqîyên sivîl in ku hevkariyên lojistîk digihînin leşkerên Amerîkî li binkeyên leşkerî, di vê rewşê de jî, zeremendê yekem xelkê Iraqê ye.”

K24
Top