• Tuesday, 02 July 2024
logo

Parlamenterek: Givaş li Kazimî tê kirin ku rêkeftina li gel herêma Kurdistanê hilweşîne

Gulan Media January 2, 2021 Nûçe
Parlamenterek: Givaş li Kazimî tê kirin ku rêkeftina li gel herêma Kurdistanê hilweşîne
Endamê Parlamentoya Iraqê Beşar Kîkî ragehand, hin aliyên Iraqê dixwazin givaşê li Mistefa Kazimî bikin ku rêkeftina ji bo budceya sala 2021ê ya li gel herêma Kurdistanê kiriye hilweşîne.

Endamê fraksiyona PDKê li encûmena nûnerên Iraqê Beşar Kîkî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hin aliyên ku bi taybet deng nedane Mistefa Kazimî ku bibe serokwezîrê Iraqê, dixwazin givaşê li Kazimî bikin ku ew rêkeftina li ser budceya 2021ê li gel herêma Kurdistanê pêkaniye sernekeve û bê hilweşandin. Hêvîdarim Kazimî nekeve bin bandorê û xwediyê biryara xwe be.’’

Herwaha got: ‘’Hin alî hene ku heta naha bêdengin, hin alî jî helwêstê wan başe. Ji ber wê li gor me eger kurd li Bexda yekgirtî be û berî pejirandina budceyê jî rêkeftin bê kirin, wê demê hemû hewldanên bo hilweşandin û lewaz kirina rêkeftinê dê sernekevin.’’

Beşar Kîkî got: ‘’Pêwîste naveroka rêkeftinê ya radest kirina 250 hezar bermîlên neftê rojene û nîvê dahata navxwe wek xwe bê bicîhanîn, ne wekî mûçe rasterast ji aliyê Bexdayê ve ji fermanberên herêma Kurdistanê re bê dayîn. Ji ber ew tê wê wateyê ku Bexda wek parêzgeh danûstan li gel herêma Kurdistanê dike, ew jî tê wê wateyê hikûmeta herêma Kurdistanê lewaz kirine û em vê yekê red dikin.’’

Basnews
Top