• Tuesday, 02 July 2024
logo

Kesayetekî payebilind ê Şîeyên Îranê koça dawî kir

Gulan Media January 2, 2021 Nûçe
Kesayetekî payebilind ê Şîeyên Îranê koça dawî kir
Yek ji kesayetên payebilindên şîe û endamê encûmena şarazayên rêberî û serokê saziya perwerdeyî ya Îmam Xumeynî Mihemed Teqî Misbah Yezdî koça dawî kir.

Misbah Yezdî ku demeke bi nexwaşiya gerî û kezeba spî ketibû duh 01.01.2021ê di temenê 85 salî de koça dawî kir.

Misbah Yezdî yek ji melayên tundrê û yek ji merciyên şîe û nêzîkî rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî bû û dijatiya li gel Welî Feqe wek gunehekî mezin pênase dikir.

Misbah Yezdî yek ji rêber û damezrînerên Îranê bû ku ji sala 1979ê nav pêkhateya siyasî û mezhebî ya hikûmetê de bûye.

Basnews
Top