• Tuesday, 02 July 2024
logo

Li Daqûqê di teqînekê de efserek û du serbaz hatin kuştin

Gulan Media January 2, 2021 Nûçe
Li Daqûqê di teqînekê de efserek û du serbaz hatin kuştin
Li navçeya Daqûq a ser bi Kerkûkê di teqînekê de efserek û du serbazên Iraqê hatin kuştin.

Jêderekî ewlehiyê li parêzgeha Kerkûkê ragihand; roja înê ji ber teqîna bombeyeke vedayî li Daqûqê, ku dikeve başûrê Kerkûkê, efserek û du serbaz jiyana xwe ji dest dan û serbazek jî birîndar bû.

Teqîn bi rêya vedana bombeyekê hatiye pêkanîn ku li navbera gundê Xaşa û Qehare yê bakurê Daqûqê, wesayîteke Hummer a ser bi Lîwaya 45 kiriye armanc.

Ev teqîn di demekê de ye ku duh serê sibehê 1ê Çileya 2021ê, Iraq ragihand gelek hêzên ewlehiyê li Bexdayê hatine belavkirin.

Piştî koma Esayîbê Ehlê Heq ji ber desteserkirina serkirdeyekî wê komê, gef li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî xwar, bi giştî rewşa ewlehiyê li Bexdayê, ji roja îna borî ve aloz bûye, lê belê Kazimî ragihand; asayîşa welat emanet e û dest jê bernadin.

K24
Top