REALGRAFÎK – Bûyerên sala 2020an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê
![REALGRAFÎK – Bûyerên sala 2020an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/555674Image1.jpg )
Da roja din çavên xwe li roj û saleke nû ya bi xêr û xweşî vekin. Lê wisa nebû. 2020 bû saleke wisa ku xelkê cîhanê êdî naxwazin navê wê jî bibihîzin.
Vîrûs, erdhêj, şewatên mezin, qeyranên aborî û şerên berdewam sala 2020an li xelkê herimand.
Niha careke din dema wê ye da dua bilind bibin bo saleke nûtir.
Helbet ne diyar e bê ka sala 2021an ewê mizgîniyên çawa bi xwe re bîne.
Lê tişta eşkere ew e ku 2020 bi hîç mizgîniyeke xêrê nehat. Werin em bi hev re binêrin bê ka sala 2020an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çawa derbas bûye.
Di 24emîn roja sala nû de li Elezîza Bakurê Kurdistanê erdhêjeke di pileya 6.8an de qewimî û di encamê de jî 41 kesan jiyana xwe jidest dan.
Wê rojê yek dolarê Amerîkî beramber 5.93 lîreyê tirkî bû.
Di 4 û 5ê sibatê de li Wanê du aşît ketin û di encama wê karesatê de jî dîsa 41 kesan jiyana xwe jidest dan.
Di roja 23ê sibatê de li Xoy a Rojhilatê Kurdistanê erdhêjeke di pileya 5.9an de qewimî û li Wanê jî 10 welatiyan jiyana xwe jidest dan.
Di 27ê Sibatê de Arteşa Sûriye li Îdlibê êrîşî Arteşa Tirkan kir û li gor agahiyên fermî 34 serbazên tirk hatin kuştin.
Di heman rojê de Tirkiye deriyên sînorî vekirin da penaber berev bi Ewropa ve birêkevin.
Wê rojê yek dolarê Emrîkî beramber 6.18 lîreyê tirkî bu
Roja yekê Adarê Arteşa Tirkan li Îdlibê operasyoneke mezin da destpêkirin û ziyaneke zêde jî gihîşt baregehên arteşa Sûriye
Di 11ê Adarê de cara ewil haletê vîrûsa Corona hate tomarkirin
Roja 12ê adarê dibistan û zanko li vî welatî hatin girtin
Di roja 17ê Adarê de yekem kesê pêketiyê Corona li nava Tirkiye jiyana xwe jidest da
Roja 15ê Hezîranê Arteşa Tirkan li Başûrê Kurdistanê Operasyona Pençeyê Helo da destpêkirin
Wê rojê yek dolarê Amerîkî bibû 6.81 lîreyê Tirkan
Di 3êyê Tîrmehê de li bajarê Sakarya fabrîkeya helqenûran teqiya û 6 kesan jiyana xwe jidest dan 114 kes jî birîndar bûn
Di roja 10ê temûzê de Serokomarê Tirkiye biryara dadgehê pesend kir û Ayasofya piştî 86 salan careke din weke mizgeft hate ragihandin
Di 21ê Tebaxê de Serokomarê Tirkiye ragihand ku wan li Behra Reş 320 milyar metre çargoşe gaza sirûştî kifş kirine.
Roja 23ê yê Tebaxê li Gîresûnê erd hezizî û 6 welatiyan jiyana xwe jidest dan.
Wê rojê bihayê dolar li beramber lîre ji 7 lîreyan derbas bibû
Roja 30ê cotmehê li Behra Ege Erdhêjeke di pileya 6.9an de qewimî û di encamê de 117 kesan jiyana xwe jidest dan.
Di roja 14ê Kanûnê de Amerîka bi hinceta kirîna mûşekên S400 sizayên biryargirtî bi ser Tirikye de sepandin
Wê rojê bihayê yek dolarê Amerîkî bibû 7.84 lîreyê tirkan
Roja 22ê Kanûnê Dadgeha Mafên mirovan biryara xwe ya di derbarê Selahattîn Demîrtaş de eşkere kir. Dadgehê daxwaz ji Tirikiye kir da Demîrtaş demildest serbest bê berdan
Li hêla din gelek kêşe û arîşeyên din jî li nava Tirkiye bi awayekî mayînde berdewam dikin
Bo mînak şîdet, destdirêjî û kuştina jinan.
Li gor daneyên ku hatine berhevkirin di temamê sala 2020an de li Tirkiye 365 jin ji hêla mêran ve hatin kuştin
Babeteke din ya berdewam jî qeyrana aborî ye. Di qonaxa heyî de li nava Tirkiye zêdebûna helewsan û bihabûna dolar berdewam e. Rêjeya bêkariyê li gor daneyên fermî bûye 13.2 ji sedî. Li gor amarên sendîkayan ew rêje derbas bûye ji sedî 17an.
Bihabûn û pêlên qeyranê berdewam bazara Tirikye dide ber xwe
Weke hemû cîhanê çîroka Corona jî berdewam dike.
Ji roja 11ê Adarê heta dawiya salê hejmara qurbaniyên Corona li nava Tirkiye ji 19 hezar kesî derbas bû.
Rudaw