• Tuesday, 02 July 2024
logo

Em bi Hikûmeta Iraqê re gihîştin rêkeftinê, hêvîdar im rêkeftin wek xwe bê cîbicîkirin

Gulan Media January 1, 2021 Nûçe
Em bi Hikûmeta Iraqê re gihîştin rêkeftinê, hêvîdar im rêkeftin wek xwe bê cîbicîkirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya sala nû ya zayînî peyameke belav kir û ji bilî pêşkêşkirina pîrozbahiyan ragihand, Bi Hikûmeta Iraqê re gihîştin rêkeftinê, hêvîdar im rêkeftin wek xwe bê cibicîkirin.

Deqa peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê:
Bi boneya sersala nû ya 2021an pîrozbahiyên xwe pêşkêşî welatiyên Kurdistanê bi giştî û Pêşmergeyên qehreman û malbat û kesûkarên şehîdan ên serblind bi taybetî dikim. Hêvîdar im saleke hemû aştî, aramî û dawîhatina qeyran û kirîzan li Kurdistanê, Iraqê û cîhanê be.

Kurdistaniyên xweşewîst:

Di demekê de ku hatina sala nû re, Herêma Kurdistanê û cîhan bi giştî saleke gelek dijwar derbas kir, ew jî ji ber belavbûna vîrûsa Korona û bandorên wê yên aborî yên dijwar û neşandina mafên darayî ên Herêma Kurdistanê ji aliyê berpirsên hukûmeta federal ve li Bexdadê ku di encamê de qeyraneke giran a darayî û barekî giran li ser welatîyên xweştivî yên Herêma Kurdistanê çêbû, niha ku li ser budceya 2021an bi hikûmeta Iraqê re gihîştine rêkeftinê. Hêvîdar im ew rêkeftin wek xwe cibicî bibe û aliyên siyasî yên Iraqê êdî rê nedin maf û destkeftên darayî yên xelk Kurdistanê bibe karteke fişara siyasî li dijî xelkê mafxwar ê Kurdistanê. Tekez dikin ku em ti carî carî dest ji mafên xwe yên destûrî bernadin.

Gelê Kurdistanê xwedîyê doza neteweyî û niştimanî ye û gelek qurbanî ji bo vê yekê dane û qewareya Herêma Kurdistanê berhemê têkoşîna sedhezaran şehîdan e û divê em hemû berevanîyê lê bikin û biparêzin, ji ber ku rûmet û serbilindiya gelê Kurdistanê girêdayî hebûn û bihêzkirina nasnameya me ya neteweyî û niştimanî ye û rêzgirtina ji mafên me yên destûrî re ye. Ez bang li hemû hêz û aliyên siyasî û gelê Kurdistanê yê xweragir dikim ku hemû cûdahî û nakokiyên xwe bidin aliyekî û berevaniyê li mafên rewa yên destûrî bikin. Ez bawer im ku bi yekrêzî û yekgirtîbûnê em dikarin hemû kirîz û astengiyan derbas bikin.

Li vir tekezîyê li ser hewlên me yên berdewam ji bo berdewamîya çaksazî, baştirkirina jîyan û rewşa xelkê Herêma Kurdistanê, serweriya yasa û dadweriyê û bicihkirina zêdetir a aramî û ewlehiyê dikin.

Em bi geşbîn in û hêvîdarî li dahatûyê dinêrin. Bi wê hêvî dikin ku Herêma Kurdistanê bikeve qonaxeke nû ya pêşkeftinê û hemû destkeftî û avedanî û dûr be ji hemû zehmetî û rewşên nexwestî.

Sala nû li hemû aliyan pîroz be û Kurdistan jî her dem bi hêztir, serfiraztir û avedantir be.

K24
Top