• Tuesday, 02 July 2024
logo

Herêma Kurdistanê pêşwazî li sala nû kir

Gulan Media January 1, 2021 Nûçe
Herêma Kurdistanê pêşwazî li sala nû kir
Herêma Kurdistanê bi aheng û çalakiyên ciyawaz pêşwazî li sala 2021an kir. Ji ber belavbûna Coronayê ti ahengeke fermî birêve neçû, lêbelê beşek ji hemwelatiyan aheng saz kirin.

Herêma Kurdistanê jibilî karîgeriyên xerab ên vîrusa Coronayê, ji ber krîza darayî ya li gel Bexdayê jî saleke zehmet li pey xwe hişt û bi dawîhatin sala 2020 xelkê Herêma Kurdistanê bi hêvî û coşeke mezin pêşwazî li sala nû kir.

Ji ber belavbûna vîrusa Coronayê ti ahengeke fermî bi boneya serê sale li Hewlêrê birêve neçû, lêbelê beşek ji hemwelatiyan li gel geştyaran, di serî de Hewlêr, li bajarên Silêmanî, Duhok û Helebçê aheng û çalakiyên ciyawaz bi boneya serê sale saz kirin.

Li Hewlêrê navenda ahenga sersalê Keleha Hewlêrê ya dîrokî bû. Xelkekî zêde li ber keleha Hewlêrê kom bûn û bi fîşekên hewaî pêşwazî li 2021an kir.

Jibilî Keleha Hewlêrê, li Ankawa û deverên din ên bajar jî ahengên sersalê hebûn û gelek cih bi boneya sersalê hatin xemilandin û xelkê kêfxweşiya xwe bi boneya hatina sala nû derbirîn.

Herwiha li bajarên Duhok û Silêmanî jî ahengên pêşwazîkirina sala nû hebûn û hejmarake zêde ya xelkê bi coşeke mezin malavawî li 2020 û pêşwazî li sala 2021 kirin.

Rudaw
Top