• Tuesday, 02 July 2024
logo

Amerîkayê daxuyaniya Çavuşoglu ya derbarê S-400an de red kir

Gulan Media January 1, 2021 Nûçe
Amerîkayê daxuyaniya Çavuşoglu ya derbarê S-400an de red kir
dibêje ti lihev kirinek di navbera me de tuneye.
Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ku doh 30yê Kanûnê gotibû, wan ligel Amerîkayê ji bo S-400ên rûsî yên bûne sedema ferzkirina dorpêçan, koma hevbeş a xebatê û teknîkî ya danûstandinê ava kiriye, daxuyanî da.

Şêwirmendê Wezareta Derve ya Amerîkayê Klark Kooper, li ser gotinên Çavuşoglu ku ji medya rûsî re kiribûn da xuyakirin, ligel Tirkiyê li ser mijara kirîna S-400 a Rûsî, Koma Karê Hevbeş pêk nehatiye û hevdîtinên wan tenê ji bo sepandina cezayên Amerîkayê yên li ser Tirkiyê ne.

Rayedarê Amerîkî destnîşan kir, li ser cezayên (CAATSA) ku Amerîkayê bi ser Tirkiyê de sepandine û ji bo lêkolîna li ser gefên sîstema berevaniyê ya S-400 a Rûsî li ser balafirên F-35 ên Amerîkî, Koma Xebata Hevbeş pêk nehatiye.

Klark Kooper got, şêwirên rûtînî derbarê bandorên sepandina cezayan de li ser hevahengiya me ya leşkerî têne encamdan.

Ji peyamakurd hatiye wergirtin.
Top