• Tuesday, 02 July 2024
logo

Di êrîşa li ser balafirxaneya Edenê de 26 kes hatin kuştin

Gulan Media December 31, 2020 Nûçe
Di êrîşa li ser balafirxaneya Edenê de 26 kes hatin kuştin
Hevpeymaniya Erebî ya bi serokatiya Erebistana Siûdiyê ku li Yemenê şerê Hsiyan dike, derbarê teqînên li firokexaneya Edenê de ragihand, Hûsiyên ku Îran piştevaniya wan dike berpirsê êrîşkirina ser firokexaneya Edenê li başûrê Yemenê ne.

Wezareta Derve ya Yemenê jî êrîşa li ser firokexaneya Edenê weke êrîşeke terorîstî bi nav kir û da xuyakirin, li gorî wan belgeyên ku li ber destê wan hene, Hûsiyên Yemenê berpirsê êrîşkirina ser firokexaneyê ne.

Wezareta Derve ya Yemenê êrîş bi tundî şermezar kir û diyar kir, divê civaka cîhanî helwêst nîşan bide.

Ji aliyekê din Amerîka û gelek welatên Erebî ew êrîş şermezar kirin û dane xuyakirin, ku ew piştevanya hikûmeta rewa ya Yemenê dikin û dê li rex xelkê Yemenê bin.

Duh dema ku firokeya endamên kabîneya hikûmeta Yemenê ku ji Siûdiyê ve birêketibû li firokexaneya Edenê danî, du teqîn li firokexaneyê çê bûn ku di encamê de 26 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahiyan, piştî teqînan mûşekek jî li firokexaneyê ketiye û dîmenên vîdyoyî jî wê yekê nîşan didin, dema ku wezîrên hikûmeta nû ya Yemenê ji firokeyê têne xwarê, mûşekek li firokexaneyê dikeve û dûkeleke zêde bilind dibe.

Biryar bû roja 30ê Kanûna 2020an, hikûmeta Yemenê ya nû bi serokatiya Mein Ebdulmelik Serokwezîrê Yemenê dest bi kar biba.

Ti aliyekî bi fermî berpirsyariya êrîşê li xwe negirtiye, lê hikûmeta Yemenê çekdarên Hûsî wek berpirsyar dibîne.

Roja 18ê Kanûna 2020an bi piştevaniya Siûdiyê û di çarçoveya rêkeftina Riyazê û destpêşxeriya Encûmena Alîkariya Welatên Kendavê de, pêkanîna hikûmeta nû ya Yemenê hatibû ragihandin ku baregeha wê li bendera Edenê li başûrê Yemenê ye.

Rudaw
Top