Sûriye - Hejmara kuştiyên êrişa Dêrazorê zêde bû
![Sûriye - Hejmara kuştiyên êrişa Dêrazorê zêde bû](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/62b7aa5184bf4c63fbe76e384e8678f0_L.jpg )
Duhî li ser rêka bajarên Dêrazor û Hims yên Sûriyê, karwaneka hêzên rêjîma Sûriyê rastî êrişê hat.
Li gorî agahiyan, destpêkê hat gotin ku di wê êrişê de herî kêm 28 serbaz hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.
Saziya çavdêriya mafên mirov li Sûriyê ragihand, hejmara kuştiyan gihîştiye 37 kesan û rewşa hinek birîndaran jî xirab e.
Tê gotin ku ew êriş ji aliyê DAIŞê ve hatiye kirin.
Basnews