• Tuesday, 02 July 2024
logo

Tirkiye: Me li gel Amerîkayê lihev kir

Gulan Media December 31, 2020 Nûçe
Tirkiye: Me li gel Amerîkayê lihev kir
Amerîka hewl dide dorpêç li ser Tirkiyeyê deyne.
Li ser kêşeya S400 lihev kirine.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê îro wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawuşoglû diyar kiriye ku li ser kêşeya pergala berevanî ya S 400 ya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de lihev kirine.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê Çawuşoglû diyar kiriye ku Amerîka û Tirkiye derbarê kêşeya S 400 an de, li ser ava kirina komîteyeke hevbeş lihev kirine.

Weke tê zanîn beriya niha jî Tirkiye çend caran daxwaz li Amerîkayê kiribû daku komîteyeke hevbeş were avakirin lê Amerîka ew yek red kiribû. Heta niha Amerîka li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye. Beriya niha Amerîka li ser S400an gotibû ku dorpêçan li ser Tirkiyeyê datîne.
Top