Baregeha Barzanî serxweşî li malbata hunermend Kameran Ebdulrehman kir
![Baregeha Barzanî serxweşî li malbata hunermend Kameran Ebdulrehman kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/767788789.jpg )
Peyama serxweşiyê ya Baregeha Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û mîhreban,
Hêjayên, malbata hunermend Kameran Ebdulrehman, bi mixabinî me xebera koça dawî ya hunermendê diyar ê Kurdistanê Kameran Ebdulrehman bihîst.
Hunermend Karmeran Ebdulrehman, yek ji diyartirîn ew hunermendanên xizmeteke mezin ji bo mîlletê xwe kiriye, bitaybetî di warê sirûda neteweyî û nîştîmanî da cîh û roleke berçav dîtiye.
Bi vê boneya xemgîn, serxweşiyên xwe arasteyî malbata birêz û kurdperwer û temamî xizim û dost û hunermendan û hevalên li Kurdistan TV dikin xwe weke hevbeşê xem û aliyekî dizanin.
Em ji Xwedayê mezin daxwaz dikin giyanê Xwedêjêrazî Kake Kameran Ebdulrehman ber rehmetî bixe û bi behişta bêrîn şad bike û aramiyê bide malbat û naskirkiyên malbatê.
Basnews