• Tuesday, 02 July 2024
logo

11 leşker û cîhadî hatin kuştin

Gulan Media December 30, 2020 Nûçe
11 leşker û cîhadî hatin kuştin
Çapemeniya ser bi hêzên Sûriyeya demokratîk ( HSD) belav kir ku di encama şer û pevçûnên îro yên li Eyn Îsayê yên di navbera şervanên HSDê û artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê de herî kêm 11 leşkerên Tirk û cîhadî hatine kuştin.

HSDê herwiha belav kiriye ku di heman pevçûnan de 5 şervanên HSDê jî canê xwe ji dest dane.

HSDê eşkere kiriye ku hêzên wan karîne 7 cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê jî di qada şer bi bidîl bigirin.

Weke tê zanîn ew demêke ku artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê bi berdewamî êrîşî ser devera Eyn Îsayê dikin.
Top