• Tuesday, 02 July 2024
logo

Kerkûk – Hêzên Iraqî nahêlin cotkarên kurd derbasî nav zeviyên xwe bibin

Gulan Media December 30, 2020 Nûçe
Kerkûk – Hêzên Iraqî nahêlin cotkarên kurd derbasî nav zeviyên xwe bibin
Hêzên Iraqî li nahiya Pirdê ya Kerkûkê nahêlin cotkarên kurd derbasî nav zeviyên xwe bibin.

Berdevkê eşîra Saleyî, Nebez Salehî ji televîzyona K24 re gotiye, duhî hêzên Iraqî li nahiya Pirdê nehîştin cotkarên kurd derbasî nav zeviyên xwe bibin. Ji cotkaran re gotine nabe hûn derbasî nav zeviyên xwe bibin. Ev cara yekê nîne wiha dikin.

Cotkarekî kurd jî gotiye, dixwazin ew tiştên ku li devera Sergeran û Pelkane tînin serê kurdan, li Pirdê jî bînin serê kurdan û zeviyên wan dagîr bikin.

Ev reftarên artêşa Iraqê li hember cotkarên kurd di demekî de ye ku komîteyek bo çareserkirina erd û zeviyan yên parêzgeha Kerkûkê pêk hatiye û ji tevahiya aliyan hatiye xwatin, heta komîte karê xwe xilas neke, destê xwe nexin nav wê pirsgirêkê.

Basnews
Top