• Tuesday, 02 July 2024
logo

Hevpeymaniya Navdewletî: Piştî çend rojan karwaneke din a alîkariyê dê bigihe destê Pêşmerge

Gulan Media December 30, 2020 Nûçe
Hevpeymaniya Navdewletî: Piştî çend rojan karwaneke din a alîkariyê dê bigihe destê Pêşmerge
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand; heta niha 55 hezar Pêşmerge rahênana serbazî kirine û hêza Pêşmerge hêzeke bibandor e û diyar kir: “Piştî çend rojan karwaneke din a alîkariya serbazî dê bigihe destê hêzên Pêşmerge.”

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê Wayne Marotto li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand; ji sala 2014an heta niha, Hevpeymaniya Navdewletî bi qasî 5 milyar dolar alîkariya hêzên Pêşmerge û û hêzên Iraqî kiriye, ku ji alîkariyên serbazî, çek û rahênana serbazî pêk tê.

Wayne Marotto eşkere kiriye ku di vê çarçoveyê de rahênana 55 hezar Pêşmerge û 185 hezar serbazên Iraqê kirine.

Marotto nûçeyeke Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê belav kiriye û eşkere kiriye ku piştî çend rojan qonaxeke din a alîkariyan ku ji sedan wesayîtên serbazî pêk tê, digihin destê Pêşmerge û hêzên Iraqê.

K24
Top