"Li Parlamanetoya Iraqê tevgerek tundrew li dijî Herêma Kurdistanê dixebite"
![](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1609262599BEXDA.jpg )
Biryarderê Fraksiyona Goranê yê li Parlamentoya Kurdistanê Celal Mihemed Emîn li ser vê mijarê diyar kir: “Zihniyetek li Bexdayê heye ji bo wê yekê dixebite ku ev pêşketin û avakirina li Herêma Kurdistanê raweste û weke Besra û bajarên din ên Iraqê bibe.”
Di civîna Şanda Danûstankar a Herêma Kurdistanê û parlamenterên Iraqê de derket holê ku aliyên Iraqî ji bo hilweşandina statuya destûrî, yasayî û siyasî ya Herêma Kurdistanê dixebitin û poşmanbûnek li ser hebûna statuya Herêma Kurdistanê heye, ev yek jî bi awayekî eşkere ji şanda Herêma Kurdistanê re gotine.
Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Pêşewa Hewramanî tekez kir ku hikûmeta Iraqê dixwaze kêşeyên ligel Herêma Kurdistanê çareser bike, lê li Parlamentoya Iraqê tevgereke tundrew û şovenîst heye ku naxwaze maf û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê bi dest bikeve.
Neşandina heqên darayî yên Herêma Kurdistanê, ti hinceteke destûrî û yasayî têde tine, sedemeke siyasî wisa kiriye ku di heqên darayî de pirsgirêk were derxistin.
Niha aliyên Iraqî dest bi hewldaneke din kirine ku ji bo nemana statuya siyasî û yasayî ya Herêma Kurdistanê dixebitin û dixwazin Herêma Kurdistanê jî weke bajarên naverast û başûrê Iraqê bibe û rê li ber pêşketina xebatên avakirina Herêma Kurdistanê bigrin.
K24