• Tuesday, 02 July 2024
logo

"Li Parlamanetoya Iraqê tevgerek tundrew li dijî Herêma Kurdistanê dixebite"

Gulan Media December 30, 2020 Nûçe
Di civîna duh a navbera Şanda Danûstankar a Hikûmetê û Parlamantoya Kurdistanê de, ji Serokatiya Parlamento û serokên fraksiyonan re zelal bû ku kêşeyên Hewlêr û Bexdayê, ne budce û mûçe ne, kêşe siyasî ne, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewldanên xwe daye ku li ser budce û mûçe ligel Bexdayê li hev bikin, lê aliyên siyasî yên Iraqê, mebesteke wan a din heye.

Biryarderê Fraksiyona Goranê yê li Parlamentoya Kurdistanê Celal Mihemed Emîn li ser vê mijarê diyar kir: “Zihniyetek li Bexdayê heye ji bo wê yekê dixebite ku ev pêşketin û avakirina li Herêma Kurdistanê raweste û weke Besra û bajarên din ên Iraqê bibe.”

Di civîna Şanda Danûstankar a Herêma Kurdistanê û parlamenterên Iraqê de derket holê ku aliyên Iraqî ji bo hilweşandina statuya destûrî, yasayî û siyasî ya Herêma Kurdistanê dixebitin û poşmanbûnek li ser hebûna statuya Herêma Kurdistanê heye, ev yek jî bi awayekî eşkere ji şanda Herêma Kurdistanê re gotine.

Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Pêşewa Hewramanî tekez kir ku hikûmeta Iraqê dixwaze kêşeyên ligel Herêma Kurdistanê çareser bike, lê li Parlamentoya Iraqê tevgereke tundrew û şovenîst heye ku naxwaze maf û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê bi dest bikeve.

Neşandina heqên darayî yên Herêma Kurdistanê, ti hinceteke destûrî û yasayî têde tine, sedemeke siyasî wisa kiriye ku di heqên darayî de pirsgirêk were derxistin.

Niha aliyên Iraqî dest bi hewldaneke din kirine ku ji bo nemana statuya siyasî û yasayî ya Herêma Kurdistanê dixebitin û dixwazin Herêma Kurdistanê jî weke bajarên naverast û başûrê Iraqê bibe û rê li ber pêşketina xebatên avakirina Herêma Kurdistanê bigrin.

K24
Top