• Tuesday, 02 July 2024
logo

Navenda PDKê hat daxistin

Gulan Media December 30, 2020 Nûçe
Navenda PDKê hat daxistin
gotiye partiya we hîn jî bi fermî nehatiye damezrandin.
Li Diyarbekirê ji aliyê polîsan ve hatiye daxistin.

Îro hêzên polîs yên Tirkiyeyê li bajarê Diyarbekir li Bakûrê Kurdistanê çûne ber deriya navenda PDK yaku ew çend roje hatiye damezrandin.

Polîs ji rayedarên PDKê re gotine ku me fermana wezareta navxwe pê reye û jiber ku heta niha partiya we bi fermî nehatiye damezrandin, em neçarên logoya partiya we daxin erdê û navenda partiyê jî daxin.

Serokê PDKê Reşdî Akincî jî di presskonferansekê de dilgiraniya xwe li hember ew biryara wezareta navxwe diyar kir û ev biryar şermezar kir.

PDK nêzî zêdetir ji 10 rojane ku li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê hatiye damezrandin.

Rudaw
Top