Muna Qehweçî: Li Bexdayê dixwazin statûya Herêma Kurdistanê lawaz bikin
![Muna Qehweçî: Li Bexdayê dixwazin statûya Herêma Kurdistanê lawaz bikin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/3e5a39562f66f1bccee32b6c975a5866_L.jpg )
Sekretera parlementoya Kurdistanê, Muna Qehweçî ji BasNewsê re got, şanda danûstankar ya hikûmeta Kurdistanê vê carê civîn û hevdîtinên zehmet pêk anî. Ji ber ku şert û mercên niha yên Bexdayê gelekî aloz e. Ji ber sebebên siyasî nahêlin Herêma Kurdistan û Bexda li hev bikin.
Qehweçî her wiha got, li Bexdayê dixwazin statûya Herêma Kurdistanê lawaz bikin, loma divê em li Bexdayê yekrêz û bihêz bin.
Sekretera parlementoya Kurdistanê bang li hemû aliyên Kurdistanî kir dest ji nakokiyên xwe berdin û got, ji ber ku tekane rêya serkeftin û bihêzbûna me, yekrêziya me ye. Li kêleka vê, divê em li nav xwe de reforman pêk bînin û çavkaniyên dahata xwe zêdetir bikin.
Basnews