Wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Iraqê civînek encam dan
![Wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Iraqê civînek encam dan](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1609171942AKAR-U-ENAD.jpg )
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyeke fermî de li ser naveroka civîna herdu wezîran eşkere kir ku Hulusî Akar ji hevtayê xwe yê Iraqî re diyar kiriye, Tirkiye rêz li yekîtiya siyasî û serweriya axa Iraqê û tevahiya cîranan digire.
Li gor daxuyaniyê, Hulusî Akar behsa girîngiya hemahengiyê kiriye bo “têkoşîna li dijî terorê” di navbera Enqere û Bexdayê de û pêşniyaza zêdekirina wê hemahengiyê kiriye.
Di daxuyaniya wezaretê de hatiye eşkerekirin ku Hulusî Akar rijdbûna Tirkiyê li ser parastina sînoran û bidawîanîna terorê car din aniye ziman.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de cih nedaye gotinên Wezîrê Berevaniya Iraqê yên di wê civînê de.
K24