• Tuesday, 02 July 2024
logo

Elî Ewnî: PKK li ser daxwaza Lahûr Cengî tevlî xwepêşandanên Silêmaniyê bibû!

Gulan Media December 29, 2020 Nûçe
Elî Ewnî: PKK li ser daxwaza Lahûr Cengî tevlî xwepêşandanên Silêmaniyê bibû!
Endamekî serkirdetiya PDKê dibêje, li ser daxwaza Lahûr Cengî, PKK tevlî xwepêşandan û aloziyên vê dawiyê yên Silêmaniyê bibû.

Axaftin û şiroveyên li ser xwepêşandan û aloziyên çend rojên borî yên parêzgeha Silêmaniyê heta niha jî didomin. Di wan xwepêşandanan de komek kes hatibûn kuştin ku du ji wan pêşmerge bûn. Gelek kes jî birîndar bibûn.

Kom û kesên girêdayî PKKê jî ketibûn nav xwepêşandanan û beşek ji xirabkariyan jî ji aliyê wan ve hatibû kirin.

Endamê serkirdetiya PDKê, Elî Ewnî ji BasNewsê re got, PKK bi serê xwe nikare tiştekî bike. Ji ber wê jî li ser daxwaza Lahûr Cengî tevlî xwepêşandanê bibû. Helbet Lahûr jî ew yek li ser daxwaza hinek aliyên din kiribû.

Elî Ewnî li ser kuştina xwepêşanderan jî got, li devera Silêmaniyê ti kes bê ferman û destûra Lahûr Cengî nikare tiştekî bike, loma yên ku gule avêtine xwepêşanderan jî bi fermana wî hereket kirine. Ev cara yekê jî nîne li wê deverê tiştekî wisa dibe.

Wî endamê serkirdetiya PDKê anî ziman jî, armanca Lahûr ew e Silêmaniyê di nav agir de bihêle da ku hêza serdest li wir, ew be. Guh nade hikûmetê jî û li ser qaçaxçîtî û xirabkariyên xwe rijd û berdewam e.

Basnews
Top