Fermandeyekî YPGê li Qamişlo kuştî hat dîtin
![Fermandeyekî YPGê li Qamişlo kuştî hat dîtin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/f5e1aebee0c89c2e1a0a8635edc937fc_L.jpg )
Li gorî agahiyan, duhî termek li nav çemê Ceqceq yê bajarê Qamişlo de hat dîtin.
Paşê hat zanîn ku ew kesê ku termê wî hatiye dîtin, fermandeyekî YPGê bûye û navê wî jî Alan Şêxmûs bûye.
Tê gotin ku dewsa sê fîşekan li ser serê wî tê dîtin. Lê hîn nayê zanîn çima û çawa hatiye kuştin.
Wek di wêneyan de jî tê dîtin, kincên sivîl li ber wî fermandeyê YPGê de bûye.
Basnews