• Tuesday, 02 July 2024
logo

Fermandeyekî YPGê li Qamişlo kuştî hat dîtin

Gulan Media December 29, 2020 Nûçe
Fermandeyekî YPGê li Qamişlo kuştî hat dîtin
Termê fermandeyekî YPGê li nav çemê Ceqceq yê bajarê Qamişlo de hat dîtin.

Li gorî agahiyan, duhî termek li nav çemê Ceqceq yê bajarê Qamişlo de hat dîtin.

Paşê hat zanîn ku ew kesê ku termê wî hatiye dîtin, fermandeyekî YPGê bûye û navê wî jî Alan Şêxmûs bûye.

Tê gotin ku dewsa sê fîşekan li ser serê wî tê dîtin. Lê hîn nayê zanîn çima û çawa hatiye kuştin.

Wek di wêneyan de jî tê dîtin, kincên sivîl li ber wî fermandeyê YPGê de bûye.

Basnews
Top