• Tuesday, 02 July 2024
logo

HDP dixwaza bicihkirina biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê dike

Gulan Media December 29, 2020 Nûçe
HDP dixwaza bicihkirina biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê dike
Şandeke HDPê li Zîndana Edîrneyê serdana Selahedîn Demîrtaş kir û daxwaza cîbicîkirina biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê kirin.

Peyvdara Meclîsa Jinan ya HDPê Ayşe Acar Başaran û Cîgirê Serokê Fraksiyona HDPê Saruhan Oluç, li Zîndana Edîrneyê çûn serdana Hevserokê Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş û parlamenterê berê Ebdula Zeydan.

Nivîsîngiha Rojnamevanî ya HDPê da xuyakirin, di civînê de pêdiviya demokratîkbûna Tirkiyeyê û serdestiya mafnasiyê hatiye nirxandin û bang li aliyên demokratîk hatiye kirin ku helwestên xwe bikin yek.

Şanda HDPê bang li desthilatê jî dike ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa cîbicî bike û Demîrtaş di zûtirîn dem de azad bike.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) berî çend rojan aşkere kiribû, zindanîkirina Selahatin Demirtaş li dijî pênc madeyên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û divê Demirtaş demildest were berdan.

K24
Top