Wezareta Plandanînê: Rêjeya hejariyê li Iraqê gehiştiye %32
![Wezareta Plandanînê: Rêjeya hejariyê li Iraqê gehiştiye %32](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/555251Image1.jpg )
Berdevkê Wezareta Plandanînê ya Iraqê Ebdulzehre Hindawî got: “Berî belavbûna vîrûsa Coronayê rêjeya hejariyê li Iraqê %20 bû, lê piştî wergirtina tedbîrên rûbirûbûna Coronayê û qedexeya çûn û hatinê rêje bilind bûye, ew rêje jî li ser bingehê dahata kêm hatiye diyarkirin.”
Iraq di rewşeke xirab a aborî re derbas dibe û wek hewldana dawî bo peydakirina mûçeyê fermanberan, Banka Navendî ya Iraqê biryara daxistina bihayê dinarê Iraqî li beramber dolar da.
Cotmeha derbasbûyî Rêkxera Yekem bo Nirxandina Bandora Civakî û Aborî li UNDP Barbara-Anne Krijgsman gotibû li gor lêkolîneke nû ku bi hevbeşî ligel UNESCO û Banka Navdewletî kirine, rêjeya hejariyê li Iraqê di salên 2017 û 2018ê de kêmî %20 bûye, lê tê pêşbînîkirin îsal bo %31 bilind bibe.
Herwiha li gor raporta herî nû ya Ajansa Bloomberg Asharq ku 27ê Kanûna 2020ê belav kiriye, rêjeya hejariyê li Iraqê wiha ye: Parêzgehên Herêma Kurdistanê %11.9, parêzgehên naverast %26, parêzgehên başûr %39.6 û parêzgehên bakur %43.6.
Rudaw