• Tuesday, 02 July 2024
logo

HSD razî bûye Eyn Îsayê teslîmî rêjîma Sûriyê bike

Gulan Media December 29, 2020 Nûçe
HSD razî bûye Eyn Îsayê teslîmî rêjîma Sûriyê bike
ew çend roje tirkiye û cîhadî êrîşên xwe bo ser deverê didomînin.
Tê gotin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) razî bûye bajarokê Eyn Îsa yê Rojavayê Kurdistanê teslîmî hêzên rêjîma Sûriyê û Rûsyayê bike.

Ajansa Sputnik ya Rûsî, ji zarê berpirsekî hikûmeta Sûriyê bi navê Umer Rehmûn ragihandiye, duhî di navbera berpirsên HDD û rêjîma Sûriyê û Rûsyayê de civînek li ser rewşa Eyn Îsa hatiye kirin. Di civînê de HSD razî bûye ji Eyn Îsa derkeve û wê deverê teslîmî hêzên rêjîma Sûriyê bike.

Wî jêderî daye zanîn, HSD dê di nav çend saetên bê de ji Eyn Îsa derkeve.

Heta niha HSDê li ser vê mijarê tiştek negotiye.

Ev demek dirêj e Eyn Îsa di bin êrişa giran ya hêzên Tirkiyê de ye. Çend caran Rûsya daxwaz ji HSDê kiribû, Eyn Îsa teslîmî hêzên rêjîma Sûriyê bike.

basnewsê
Top