• Tuesday, 02 July 2024
logo

Qurbaniyên komkujiya Roboskiyê li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Gulan Media December 29, 2020 Nûçe
Qurbaniyên komkujiya Roboskiyê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
Di 9emîn salvegera komkujiya li gundê Roboskî yê ser bi navçeya Qileban a Şirnexê de, qurbaniyên komkujiyê li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Malbat û beşdarên merasîmê ragihandin ku zarok û welatiyên Kurd tên kuştin, lê tu tawanbarekî nayê darezandin û sizadan, lê heta ku berpirs bên darizandin jî dê daxwaza xwe ya dadwerî bidomînin.

Li ser gorên 34 cangoriyên qetlîama Roboskî ku 19 ji wan zarok bûn, di 9. Salvegerê kuştina wan de de jî şîn û dilsojî hebû. Şandeke ji Hevseroka partiya demokratik a Gelan HDPê Pervîn Buldan û parlamenter û rêvebirên wê partiyê pêkhatî jî hatin merasîmê û balê kişandin ku kujerên Kurdan bê darizandin û siza dimînin loma jî qetlîam û komkujiyên wiha bi berdewamî li hember zarok û welatiyên Kurd pêk tên.

Ferhat Encu ku ji malbata wî 28 kes di wê bûyerê de canê xwe jidest dabû, anî ziman ku berpirsên komkujiyê nayên darizandin û cezakirin, lê wî û malbata wî ji ber ku tên ser gorên zarokên xwe doz tên vekirin, ceza tên dayîn. Encu anî ziman ku divê Kurd, li hember kujerên xwe yekhelwest bin û dijminahiya hev nekin.

Ferhat Encu diyar kir: “Bê tifaqî û nebûyîna yekîtiya me van komkujiyan bi ser me de tîne. Heger ku em naxwazin komkujiyên wekî Roboskî, wekî Helebce, wekî Enfalê, wekî Koçgirî, Dêrsîm û Zîlanê bi ser me de werin; divê em Kurd hişê xwe bînin serê xwe û tifaqên xwe xurt bikin da ku êşên wiha nekevin nav mal û malbatên me. Ev 9 sal e em di şînê de ne, hêj jî şîn ji nav malên me ranebûye. Divê em vê rastiyê bînin ber çavên xwe, destên xwe bidin ser wijdana xwe û li hember kujerên xwe em têkoşîn bidin, ne ku bi wan re hevkariyan bikin.”

Malbatên daxuyandin ku ew tenê daxwaza, darizandin û cezakirina berpirsyarên kujerên zarokên xwe dikin û heta niha encamek nestendibin jî dê heta encam bistînin têkoşîna xwe bidomînin.

Camîle û Heyat Encu 2 birayên xwe, Leyla Encu jî kurekî xwe yê 19 salî di wê qetliamê de winda kirine.

Leyla Encu, dayîka Şêran Encu ku li Roboskî hatibû kuştin, diyar dike: “Em edelatê dixwazin, em faîlên biçûkên xwe dixwazin. Em pere û qirêjiyên wan naxwazin.”

Heyat Encu, xwişka du birayên ku li Roboskî hatibûn kuştin, destnîşan kir: “Bi berdewamî birayên min li ber çavên me ne. Em radizên ji bîra me naçin, radibin, her li bîra me ne. Dayika me nîne, bavê me jî rehmet kir, birayên me kuştin, ka emê çi bikin û çi bibêjin?

Cemîle Encu ku ew jî xwişka du birayên ku li Roboskî hatibûn kuştin e, dibêje: “Birayên min berê hiç neçûbûn qaçaxiyê. Ew car çûn û herdu birayên min hatin kuştin. Dayîka me beriya kuştina wan rehmet kirîbû, bavê min jî ji ber êş û meraqa zarokên xwe salekê berê rehmet kir. Birayên me kuştin û hesavê wan bi zilikekî jî nakin. Her êşa me zêde dibe, her salvegerê de dilên me disoje, cergên me diperitin û hew.”

Hêjayî gotinê ye ku hemû dozên ku heta niha li ser buyerê li dadgehên Tirkiyeyê û navneteweyî hatin vekirin bê encam mane. Hevseroka HDPê Pervîn Buldan ragihand ku di encamnedana wan dozan de, kêmasiyên, Baroya Şrinexê û partiya wan HDPê jî hene, lê dê têkoşîna dadwerî heta encam bistînin bi malbatan re bidomînin.

K24
Top