• Tuesday, 02 July 2024
logo

Îraq zêdetir ji 2 miliyar dolar deyndarê Îranê ye

Gulan Media December 29, 2020 Nûçe
Îraq zêdetir ji 2 miliyar dolar deyndarê Îranê ye
jiber kirîna elektirîkê ji Îranê, deyndarê Îranê bûye.
Jiber elektirîk û enerjiyê deyndar bûye.

Wezareta elektirîkê ya Îraqê belav kiriye ku biryare sibê sêşem wezîrê enerjiyê yê Îranê serdana Bexdayê dike û li gel rayedarên Îraqê dicive.

Li gor çapemeniya Îraqê, ew wezîrê Îranî di serdana xwe de vê daxwaz ji Îraqê bike daku deynên Îranê bide.

Di daxuyaniya wezareta elektirîkê ya Îraqê de hatiye diyarkirin ku niha Îraq bi qasî 2 miliyar û 600 miliyon dolar deyndarê Îranê ye.

Ew pereyên han jî jiber kirîna elektirîkê ji Îranê, hatiye serifkirin.

Weke tê zanîn Amerîka jî cara dawî bi qasî 45 rojan derfet dabû Îraqê daku elektirîkê ji Îranê bikire.
Top