• Tuesday, 02 July 2024
logo

Parlamenterekî Iraqê: Heybeta dewletê nemaye û nikare rûbirûyî milîsan bibe

Gulan Media December 29, 2020 Nûçe
Parlamenterekî Iraqê: Heybeta dewletê nemaye û nikare rûbirûyî milîsan bibe
Her ku diçe, hêz û hejmûna komên milîs li Iraqê zêdetir dibe. Parlementerekî Iraqî jî hişyariya metirsiyê dide û dibêje ku komên milîs ewqas serdest bûne ku dikarin êrîşî hemû saziyên fermî yên hikûmeta Iraqê bikin.

Nîgeraniyên xelkê û desthilatdaran li hember serdestî û hejmûna komên çekdar ên li Iraqê, her ku diçe zêde dibe. Beşek ji parlamenterên Iraqê jî di wê baweriyê de ne ku desthilata komên milîsan ewqas zêde ye ku hikûmet nikare li ser wan lêpirsînê bike, êrîşên ser Devera Kesk û bêdengiya hikûmetê, nîşaneya wê hêza milîsan e.

Parlamenterê Iraqê Elî Bidêrî ragihand; desthilata hinek kom û milîsan ji hikûmetê zêdetir e û dikarin hemû saziyên hikûmetê bikin armanc.

Derbarê êrîşên ser Devera Kesk û hewldanên hikûmetê bo desteserkirina êrîşkaran de, Elî Bidêrî eşkere kir ku bûyerên di van demên dawî de û ew êrîş nîşaneya vê yekê ne ku heybeta dewletê nemaye û ne tenê nikare yasa û desthilata xwe biparêze, di heman demê de nikare rûbirûyî milîsan jî bibe.

Çend roj berê alozî û tevliheviyeke mezin li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê çêbû, bi taybetî piştî desteserkirina yek ji serkirdeyên koma Esayîbê Ehlê Heq bi tohmeta avêtina mûşekan bi ser Devera Kesk de, beşek ji milîsan hêzên xwe li Bexdayê belav kirin û eger serkirdeyên wan ferman bidin, gefa êrîşkirina ser saziyên dewletê xwarin.

Endamê Lijneya Asayîş û Berevaniyê yê li Parlamentoya Iraqê Hamid Mutleg li ser hewldanên hikûmetê bo kontrolkirina milîsan ragihandiye; hikûmet di çespandina yasayan bi ser komên çekdaran de destgirêdayî ye û nikare bi wekhevî yasa bi ser hemûyan de biçespîne.

Hamid Mutleg diyar kiriye ku hikûmet li hember desthilata milîsan, lawaz e û ew ji derve têne arastekirin û çek û darayiya wan a bihêz hene û çawa bixwazin wisa tevdigerin.

K24
Top