• Tuesday, 02 July 2024
logo

Serokwezîr serdana mala Parêzgarê Koç kirî yê Hewlêrê kir

Gulan Media December 28, 2020 Nûçe
Serokwezîr serdana mala Parêzgarê Koç kirî yê Hewlêrê kir
îro çileya wî bû.
Li gel dayik û kesûkarên wî civiya.

Îro bi minasebeta çileya koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Dr, Ferset Sofî, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana mala Dr, Ferset Sofî kir û li gel dayik û kesûkarên wî civiya.

Serokwezîrê hevdem li gel diyar kirina hevxwemiya xwe bo kesûkarên wî, anî ziman ku Sofî bi helwestên xwe yên baş û canmêrane hertim bi zindîtî di bîra me de dimîne.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku koça dawî ya Ferset Sofî ku kesekî dilsoz û nîştimanperwer bû, wendahiyeke mezine bo Kurdistanê lê reftar, helwest û kiriyarên wî yên baş hertim dibin sedem ku rehmetî di bîra me de zindî be.

Basnews
Top