• Tuesday, 02 July 2024
logo

Parêzerê Demîrtaş: Em bawerin ku Tirkiye dê pabendî biryarê be

Gulan Media December 28, 2020 Nûçe
Parêzerê Demîrtaş: Em bawerin ku Tirkiye dê pabendî biryarê be
Parêzerê Selahattîn Demîrtaş, Mahsûnî Karaman li ser biryara DMME ya di derbarê Demîrtaş de ji Rûdawê re got “Em hê jî bi bawerin ku dadweriya Tirk dê pabendê biryarê be. Nûnerên hikûmetê dikarin ramanên xwe bêjin. Lê ev ne civakê elelqedar dike ne jî dadweriyê girê dide.”

Parêzerê Selahattîn Demîrtaş, Mahsûnî Karaman di derbarê biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û 7emîn Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Enqerê de bersiva pirsên Rûdawê da.

Mahsûnî Karaman li ser redkirina biryara serbest berdana Demîrtaş ya 7emîn Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Enqerê de got biryara redkirinê biryarek dawî nîne û wiha berdewam kir “ mirov dikare ji zimanê biryara red kirinê ya dadgehê vê derxe; dema ku Wezareta Dadê vê wergerê ji me re şand, paşê em dikarin dîsa binirxînin. Dadwerî hê biryara xwe ya nîhayî nedaye û negotiye em pabendî vê biryarê nabin”

Her wiha karaman diyar kir ku dadwerî mecbûre pabendî biryarê be û dibê “ Dadwerî wek Dezgehek Dewletê divê pabendiyên navdewletî yên Dewleta Komara Tirkiyê bicih bîne.”

Karaman li ser pirsa eger dadwerî pabendî biryarê nebe dê çi bikin, wiha bersiv da “Ger ev nebe (Tirkiyê biryara DMMEê nasneke) prosedûr diyar e. Biryarên ku DMME dide, dezgeha Konseya Ewropayê , Encûmeniya Wezîrên Konseya Ewropayê dişopîne. Em ê serî li wê derê bidin. Piştî wê dê Encûmena Wezîran bicihanîna biryarê li Tirkiyê bişopîne. Di vê pêvajoyê de dikare hinek sizayan jî bide. Ji ber vê yekê, di dawiyê de têkiliyên di navbera Konseya Ewropa û Tirkiyeyê bigihîje heya nuqteyekê ku dikare biryara bidawîkirinê bê dayinê.”

Li ser pirsa biryara ku ji bo Demirtaş ya ji aliyê DMME ve hatiye dayîn dibe ku bibe mînak ji bo Fîgen Yuksekdag, parlementer û Şaredarên HDPê yên girtî? Karaman bi vî rengî bersiv da “Ji vê biryarê re tenê wek mînak bê ditîn, ev biryar dê bê biçûkkirin. Biryar tê bêwatekirin, ev mînak nîne.”

Karaman herwiha amaje bi vê yekê jî kir ku her çiqas wan kesên ku bi heman tawanê hatine girtin, DMME tespît kiriye ku ev tawan nehatine kirin.

Karaman diyar kir, du tiştên giring di derbarê girtina Demîrtaş de hene, pirsgirika Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û bûyerên 6-8ê Cotmehê. DMME li ser bûyerên 6-8 Cotmehê yên di derbarê Demîrtaş de wiha dibê “Banga tûndiyê di Twittên ku HDPê di 6 Cotmeha 2014an de avêtiye tune ye, ev banga xwepêşandanên aştiyane ne.”

Karaman ragihand, ku biryarek di derbarê girtinê de nehatiye dayîn. Di heman demê de biryarek ku ti sûcek jî nehatiye kirin tê de hatiye tespîk kirin. Di serî de Fîgen û Ayhan bîlgen kesên ku ji ber bûyerên 6-8ê Cotmehê hatine gitin divê hemû bên berdan.

Karaman destnîşan kir, endamtî, delegetî û karkirina di KCDê de ne tawan e. Ev biryara ji bo Demîrtaş, biryarek di derbarê hiqûqa şexsî ya Demîrtaş de nîne, bandorê li hemû hesên ku bi vê doz; hatine darizandin dike. KCD saziyeke sivîl e.

Mahsûnî Karaman got, “3 kesên ku bûne sebebê vê biryayê axivîn; Recep Tayyîp Erdogan, Suleyman Soylu û Devlet Bahçelî. Dadnasek ku hişê wî li serî di derbarê vê mijarê de hêj ti daxuyaniyek nedane, nikarin bidin jî. Niqaşkirina pabendiya biyara Daîreya Mezin ya DMME tê wateya kilîtkirina deriyên fakulteyên hiqûqê ye.”

Rudaw
Top