• Tuesday, 02 July 2024
logo

Jeffrey: Amerîka piştgiriyê dide xweserî û hêza çekdar a Kurdên Sûriyê

Gulan Media December 28, 2020 Nûçe
Jeffrey: Amerîka piştgiriyê dide xweserî û hêza çekdar a Kurdên Sûriyê
ji wan re gotiye êrîşî ser Tirkiyeyê nekin.
Nûnerê taybet ê berê yê Amerîkayê ji bo karûbarê Sûriyê û hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê James Jeffrey, ragihand ku Amerîka piştevaniya bidestxistina xweseriya siyasî û hêza çekdar a Kurdên Sûriyê dike.

James Jeffrey ji medyayê re ragihandiye, Amerîka hewil dide Kurdên Sûriyê diyalogê bi Hikûmeta Sûriyê re bikin û piştevaniya wan kiriye ji bo bidestxistina xweseriya siyasî ku bikarin hêza wan ya çekdar ji Artêşa Sûriyê cuda be.

Jeffrey ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê daye zanîn, bila ew pêwendiyên xwe bi Şamê re qût nekin yan xwe nêzî PKKê nekin û êrîşî Tirkiyê nekin û bi Şamê re jî diyalogê bikin.

Ji peyamakurd hatiye wergirtin.
Top