• Tuesday, 02 July 2024
logo

Nasir Herkî: Belge dest me de heye ku erebên hawirde nasname ê peymana kiştûkalî yên sextê çêkirine

Gulan Media December 28, 2020 Nûçe
Nasir Herkî: Belge dest me de heye ku erebên hawirde nasname ê peymana kiştûkalî yên sextê çêkirine
Endamê kurd ê Parlamentoya Iraqê derbarê pêkanîna wê lijneya Parlamentoya Iraqê de agahî dan, ku pêkanîna wê lijneyê bo çareseriya pirsgirêka zeviyan li sînorê Kerkûk û derdora wê ye û dibêje belge dest me de heye ku ew erebên hawirde bi peymanên zeviyan ên sexte ve hatine û bi wê dixwazin bigehin armanca xwe.

Parlamenterê Iraqê yê ser bi fraksiyona PDKê Nasir Herkî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Aşkeraye ku hewldanekî nû yê ereb kirina navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêmê heye. ev jî me rêgirî lê kiriye heta ku lijneya parlamentoyê bê ava kirin bi serokatiya serokê lijneya asayîş û berevaniya Parlamentoya Iraqê de û bi endamtiya çend parlamenterekan ve û ez jî endamê wê lijneyê me. Roja duşem ango 28.12.2020ê yekem caran emê serdana bajarê Kerkûkê bikin. Civîn li gel berpirsên saziyên ewlehiyê bikin û piştre serdana gundê Pelkane emê bikin ku pirsgirêk li wê derê mezin e.’’

Herwaha got: ‘’Biryare îro em li gel nûnerên cotkarên Daqûqê jî bicivin bo ku ji nêzîk ve em bizanin pirsgirêk li ser erd û zeviyên cotkarên li wê derê derketine çiye? Kî xwedî erd e û ew kîne ku bi zorê dixwazin erdan dagir bikin û piştre li ser encamên serdana xwe jî emê raportekî pêşkeş bikin bo serokatiya parlamentoyê û parlamento jî dê raportê pêşkeşî serokatiya hikûmetê bike ku çareseriyek bo wê pirsgirêkê bê danîn.’’

Nasir Herkî got: ‘’Belge gelek hene dest me de ku xizmetê ji cotkarên kurd ên navçeyê re dike û herwaha lêkolîn me kirine ku erebên hawirde sextekarî di nasnameya şaristanî de kirine û herwaha peymanên kiştûkalî yên sexte çêkirine û ew li gel me ne û li pêş lijneyê jî emê hemûyan aşkera bikin bo ku em bikarin raportekî temam amade bikin û em aliyê cîhbicîhkar nînin, lê emê hewla xwe bidin ku pirsgirêk çareser bibe û pêdeçûna berdewam emê bikin û hewl bidin bo mal bo xwediyê mal vegerînin.’’

Basnews
Top