Li Xarpêtê erdhej çê bû
![Li Xarpêtê erdhej çê bû](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/554884Image1.jpg )
Li gor Rasadxaneya Kandîllî, li Kavaktepeya Xarpêtê bi hêza 5.6 pileya rîxter erdhej çê bû. Li bajarên Amed, Meletî, Riha, Çewlîg û Dêrsimê jî hest bi erdhejê hat kirin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li hejmara xwe ya Twitterê aşkere kir, “Li navenda Xarpêtê demjimêr 09.37, bi hêza 5.3 û bi kurahiya 15,94 kîlometre erdhejek çê bû. Heta niha rewşeke neyînî nîne. Tîmên em li qadê xebatên xwe berdewam dikin.”
Parêzgarê Xarpêtê Erkaya Yirik jî ragihand ku heta niha ti ziyanek nehatiye tomarkirin û tîmên wan dest bi xebat û lêkolînên xwe kirine.
Li aliyê din li gor Navenda Sîsmolojî ya Deryaya Spî-Ewropa (EMSC) navenda erdhejê qezaya Sîvrîce bûye û hêza erdhejê jî ji aliyê wê navendê ve wek 6.4 pileya rîxterê hat tomarkirin.
Rudaw