• Tuesday, 02 July 2024
logo

Qadir Qaçax: Çekdarên PKKê rêgiriya geheştina alîkariyan bo xelkê Şingalê dikin

Gulan Media December 27, 2020 Nûçe
Qadir Qaçax: Çekdarên PKKê rêgiriya geheştina alîkariyan bo xelkê Şingalê dikin
Berpirsê baskê PDKê li Şingalê ragehand, çekdarên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê li Şingalê di çarçoveya milîsên Heşdî Şeibî de kar dikin û rê li geheştina alîkariyan bo xelkê Şingalê digrin.

Berpirsê baskê 17ê yê PDKê li Şingalê Qadir Qaçax ji BasNewsê re ragehand: ‘’PKK piştî têkdana meydana xebata bakur, rojava û rojhilatê Kurdistanê plana wê heye bo têkdana rewşa başûrê Kurdistanê, lê ew xewna wê pêknayê.’’

Qadir Qaçax ragehand, birgehên taybet bo derxistina PKKê li Şingalê, ku Hewlêr û Bexda di çarçoveya rêkeftinekî de li ser peyman danîbûn, nehatine bicîhanîn. Rojane PKK êş dide xelkê û bacê ji wan werdigre.

Navborî amaje bi wê yekê jî kir, ku çekdarên PKKê nasnameya milîsên Heşdî Şeibî di berîka wan de ye û alîkarî ji wan milîsan werdigrin û mûçeyê wan li ser wan e.

Li gor Qadir Qaçax, PKKê gelek grub bi navên cuda li Şingalê ava kiriye, ku bi cilên sivîl aloziyê li bajar derbixin û rê nedin rewşa wî bajarê Kurdistanê aram bibe.

Basnews
Top