Qadir Qaçax: Çekdarên PKKê rêgiriya geheştina alîkariyan bo xelkê Şingalê dikin
![Qadir Qaçax: Çekdarên PKKê rêgiriya geheştina alîkariyan bo xelkê Şingalê dikin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/d1b6862dcfe565a283dc6ab5fc506050_L.jpg )
Berpirsê baskê 17ê yê PDKê li Şingalê Qadir Qaçax ji BasNewsê re ragehand: ‘’PKK piştî têkdana meydana xebata bakur, rojava û rojhilatê Kurdistanê plana wê heye bo têkdana rewşa başûrê Kurdistanê, lê ew xewna wê pêknayê.’’
Qadir Qaçax ragehand, birgehên taybet bo derxistina PKKê li Şingalê, ku Hewlêr û Bexda di çarçoveya rêkeftinekî de li ser peyman danîbûn, nehatine bicîhanîn. Rojane PKK êş dide xelkê û bacê ji wan werdigre.
Navborî amaje bi wê yekê jî kir, ku çekdarên PKKê nasnameya milîsên Heşdî Şeibî di berîka wan de ye û alîkarî ji wan milîsan werdigrin û mûçeyê wan li ser wan e.
Li gor Qadir Qaçax, PKKê gelek grub bi navên cuda li Şingalê ava kiriye, ku bi cilên sivîl aloziyê li bajar derbixin û rê nedin rewşa wî bajarê Kurdistanê aram bibe.
Basnews