• Tuesday, 02 July 2024
logo

Li Rojavayê Kurdistanê rojane 100 hezar bermîl petrol tê berhemanîn

Gulan Media December 27, 2020 Nûçe
Li Rojavayê Kurdistanê rojane 100 hezar bermîl petrol tê berhemanîn
Li Rojavayê Kurdistanê rojane 100 hezar bermîl petrol tê berhemanîn û dahata wê jî digihije çend sed milyon dolaran.

Şandeyê berê yê Amerîka bo karûbarê Sûriyê û hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê James Jeffrey da xuyakirin ku ew piştevaniya bidestxistina xweseriya siyasî û hêza çekdar bo Kurdên Sûriyê dike.

James Jeffrey aşkere dike ku Amerîka Kurdên Sûriyê han dane diyalogê bi Hikûmeta Sûriyê re bikin û piştevaniya wan kiriye bo bidestxistina xweseriya siyasî ku bikarin hêza wan ya çekdar jî heBe û cûda be ji Artêşa Sûriyê.

Jeffrey herwiha dibêje, bila ew peywendiyên xwe bi Şamê re qUt nekin yan xwe nêzî PKKê nekin û êrîşî Tirkiyê nekin, herwIha dibêje bila bi Şamê re diyalogê bikin.

Herwiha berpirsekî din yê Amerîkî daye xuyakirin ku ew çavdêriya rewşa rojhilatê feratê û daxuyaniyên Tirkiyê dikin û dibêje, ew yek pirsgirêkeke xwecihî ye û nikare sînoran bi rêjeyeke mezin destkarî bike.

Derbarê kêlgehên petrolê yên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de jî Jeffrey dibêje, asta berhemanînê li wan kêlgehan “rojane 100 hezar bermîl e.”

Li gor gotina Jeffrey beşek ji wê petrolê li navxweya Rojavayê Kurdistanê tê bikaranîn û beşek bi çend ekterên lokalî tê firotin bi nirxekî kêmtir ji nirxê xwe û herwiha beşeke din jî bi rêya navbeynkaran bi hikûmeta Sûriyê tê firotin ku pêştir DAIŞê jî bi heman şêwe beşek ji petrol difirot hikûmeta Sûriyê.

Nûnerê berê yê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Dijî DAIŞê de dibêje, “Dahata firotina petrolê salane çend sed milyon dolar in ku piraniya wê dahatê vedigere bo HSDê û organên ser bi Rêveberiya Xweser ve.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo roja 9ê meha borî di daxuyaniyeke fermî de ragihandibû ku Joel Rayburn weke şandiyê Amerîkî ji bo Sûriyê, piştî malnişîniya James Jeffrey hatiye diyarkirin.

Li gor raporteke Navenda Pîvana Gaz û Petrola Rojhilata Navîn (Mees) ku Mijdara 2019an belav kiribû, DAIŞê di navbera salên 2013-2018 li Sûriyê 39 milyon û 55 hezar bermîl petrol berhem anî. Di heman demê de HSDê 62 milyon û 50 hezar û hikûmeta Sûriyê jî 37 milyon û 595 hezar bermîl petrol berhem anî.

Li navçeyên jêr desthilata şervanên HSDê hejmareke kêlgehên gaz û petrolê hene ku di şerê dijî DAIŞê de jêrxaneya beşek zêde ji wan têk çû.

Petrola xam a navçeya Sweydiye li rojhilatê Sûriyê ku 7 kîlometran ji sînorê Herêma Kurdistanê dûr e, beşdariyeke mezin di aboriya Sûriyê de hebû. Berî destpêkirina şerê navxwe, hikûmeta Sûriyê rojane 370 hezar bermîl petrol berhem dianî ku nîviya wê li kêlgehên nêzikî Siweydiye bû. Ji wê pişkê 150 hezar bermîl ji kêlgeha Siweydiye bû.

Hikûmeta Sûriyê vegerandina kêlgehên li rojhilatê Sûriyê wek armanceke stratejîk dibîne, lê hebûna Amerîkayê li wê navçeyê astenga herî mezin a li ber wê xewnê ye.

Tîrmeha îsal Rêveberiya Xweser û kompaniya Delta Crescent Energy a Amerîkî rêkeftinek îmze kirin. Li gor rêkeftinê, kompaniya Amerîkî dikare berhemanînê li bîrên petrolê yên Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de zêde bike û petrolê jî bifroşe.

Yek ji wan xalên taybet yê rêkeftinê ew e ku bi agahdariya Rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump û hejmarek ji endamên Kongrês û piştevaniya Washingtonê ye.

Berpirsên Amerîkayê jî çend caran ragihandine, artêşa welatê wan nêzîkî kêlgehên petrolê yên li navçeyên li jêr desthilata Rêveberiya Xweser de dibin û rê nadin ku bîrên petrolê bikevin destê DAIŞê yan Rêveberiya Beşar Esed an jî hêzeke din.

Rudaw
Top