Li Serê Kaniyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve ciwanekî Kurd kuştin
![Li Serê Kaniyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve ciwanekî Kurd kuştin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/554868Image1.jpg )
Li Serê Kaniyê ku di bin kontrola çekdarên opozisyona Sûriyê û artêşa Tirkiyê de, duh teqe li ciwanê bi navê Yehya Îbrahîm hate kirin û jiyana xwe ji dest da.
Jêderên xwecehî ji derdora Serê Kaniyê ragihandin, çekdarên ser bi Tirkiyê ve bi ser mala Yehya Îbrahîm de girtin li gundê Xirbet Hemîd.
Her li gor zanyariyên wan çavkaniyan, çekdaran Îbrahîm ji malê derxistin û revandin û piştî rojekê di encama lêgerîna gundiyan de termê wî li nêzikî gund hat dîtin.
Li aliyê din êriş û topbaranên çekdar û artêşa Tirkiyê bo ser bajarê Eyn Îsa berdewam e.
Li gor zanyariyan artêşa Tirkiyê careke din derdora bajarê Eyn Îsa û gundên Rojavayê Til Temir bi 4 moşekan kirin armanc û di encamê de ziyanên madî çê bûn.
Serê Kaniyê li gel bajarê Girê Spî, Cotmeha sala derbasbûyî di encama êrişeke berfireh de ketibû destê leşkerên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve.
Rudaw