• Monday, 20 May 2024
logo

Berpirsekî kurd: Di helbijartina pêş de metirsiya ji dest dana 50 hezar dengên kurdên Kerkûkê heye

Berpirsekî kurd: Di helbijartina pêş de metirsiya ji dest dana 50 hezar dengên kurdên Kerkûkê heye
Berpirsekî Partiya Sosyalîst ragehand, planeke metirsîdar li dijî kurdan li bajarê Kerkûkê birêve diçe û naha metirsiya wê yekê heye ku bo helbijartinên pêş dengê 50 hezar kurdan têkbiçe û ragehand, veguhestina forma xorak û nasnameya ereban li parêzgehên Iraqê ve bo Kerkûkê berdewam e.

Îro berpirsê malbenda Kerkûkê yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Resûl Reuf ji BasNewsê re ragehand, şîrketa xorak li Kerkûkê hîn forma xorak a îsal dabeş nekiriye, naha wezareta bazirganiya Iraqê bo Kerkûkê biryara wê yekê daye ku ew formên piştî sala 2003ê ve ketine ser Kerkûkê, bo wan malbatan formeke nû hatiye û divê wê formê tejî bikin, piştre dê forma nû ji wan re bê dayîn. Ev yek tê wê wateyê ku dixwazin serjimêriyekî li gor xwe bo wan malbatan bidin destpê kirin ku piştî sala 2003ê hatine Kerkûkê û dixwazin wan malbatên kurd ên piştî sala 2003ê vegeriyane ji fîltera madeya 140ê re derbas bikin û wan wek neyasayî diyar bikin.’’

Herwaha got, di demeke nêzîk de dê wî karî bikin, diyar jî kir komîsyona helbijartina pişt bi forma xorak ve girêdide bo dengdanê û ti fîlterekî madeya 140 nehatiye pêkanîn, bi wî awayî jî dengên 50 hezar dengdêrên kurd li Kerkûkê dê bişewite.

Navborî teqez kir, ew kar ji aliyeke ve berdewam dike lê ji aliyê din ve jî veguhestina formên xorak ên erebên hawirde û formên wan ên xorak jî bo Kerkûkê vediguhêzin, ku lijneya madeya 140 rê daye wan veguhêzin bo Kerkûkê. Li gel vê jî veguhestina nasnameya şaristanî ji parêzgehên Iraqê ve bo Kerkûkê heye. ew jî gelek metirsîdare û ereb kirina bajar berdewame.

Basnews
Top