• Tuesday, 02 July 2024
logo

Li Badoşê 12 terorîstên DIŞIê hatin kuştin

Gulan Media December 23, 2020 Nûçe
Li Badoşê 12 terorîstên DIŞIê hatin kuştin
balefirên hevpeymaniya cîhanî jî têde beşdar bûne.
Artêşa Îraqê operasiyon kiriye.

Li gor zaniyariyên berdest, îro hêzên Îraqî bi hevkariya balefirên şer yên hevpeymaniya cîhanî li nahiyeya Badoşê ya ser bi Mûsilê, operasiyoneke berfire li dijî terorîstên DIŞIê lidar xistine.

Di encama operasiyona han de herî kêm 12 terorîstên DIŞIê hatine kuştin.

Operasiyon li deverên çiyayî yên li nahiyeya Badoş ya li Rojavayê Mûsilê hatiye lidarxistin û ji asman ve jî balefirên hevpeymaniya cîhanî piştîvaniya operasiyonê kirine.

K24
Top