• Tuesday, 02 July 2024
logo

Mike Pempeo telefûna Serokwezîrê Kurdistanê kir

Gulan Media December 23, 2020 Nûçe
Mike Pempeo telefûna Serokwezîrê Kurdistanê kir
daxwaz ji Amerîka û NY kiriye roleke çalak bilîzin.
Di peywendiya han ya telefûnî de behsa kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.

Îşev wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo telefûna Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û Serokwezîr jî derbarê naveroka peywendiya han ya telefûnî de li ser hesabê xwe wisa nivîsandiye;

Êwara îro sêşem 22/12/2020an wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo telefûna me kir.

Di peywendiya han ya telefûnî de me her du aliyan, bi berfirehî behsa kêşeyên heyî yên di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî kir bi taybetî derbarê mijara bûdce de, me pêşniyar kir ku, Amerîka û Netewên Yekgirtî bi awayekî ektîf û li ser asteke bilind beşdar bin di çareser kirina kêşeyan de û gehêştin bi rêkeftinê di navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de, li ser esasê destûra bingehîn.

Me spasiya helwesta wezîrê derve yê Amerîkayê kir ku dixwaze herêma Kurdistanê bi awayeke dadmend para xwe ji bûdceya federalî werbigire û bo berdewamiya piştîvaniya wî ya berdewam bo herêma Kurdistanê di dema pîwerdariya wî de.

Di berdewamiya peywendiya han ya telefûnî de me tekez li ser giringiya pere pêdana zêdetir ya têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê bi taybetî di ware enerjiyê de kir û balkêşande ser girîngiya domandina hevkariyên Amerîkayê bo hêzên pêşmerge û hevkariyên teknîkî yên USAIDê.

Di beşeke din ya peywendiya telefûnî de me giftûgo li ser aramiya ewlekarî li deverê, nehêştina aloziyên li ser sînorê navbera Sûriye û herêma Kurdistanê û giringiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê ya bo vegerandina awareyan bo cîhên wan kir.




Top