• Tuesday, 02 July 2024
logo

Qubad Talebanî derbarê gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê de zanyariyên herî nû eşkere kir

Gulan Media December 23, 2020 Nûçe
Qubad Talebanî derbarê gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê de zanyariyên herî nû eşkere kir
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Şanda Bilind a Danûstankar a Hikûmeta Herêmê Qubad Talebanî, ku zêdetirî 15 roj in bi mebesta çareserkirina mijarên darayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî, li Bexdayê ye. Talebanî di civîneke çapemeniyê de zanyariyên herî nû li ser mijara gotûbêj û danûstandinê eşkere kir.

Qubad Talebanî diyar kir: “Ev du hefte ne, Şanda Herêmê li Bexdayê ye û cihê kêfxweşiyê ye ku me li ser budceya 2021ê li hev kir.”

Talebanî eşkere kir: “Ev yasa kariye berjewendiyên hevbeş biparêze. Me li ser cîbicîkirina yasaya tijekirina budceya 2020an jî gotûbêj kir, ku bêyî dengê aliyên Kurdî hat pesenkirin. Em ji bo cîbicîkirina vê yasayê hatin Bexdayê û em ligel parlemento, hikûmet û kesayetên siyasî civiyan û me li ser yasayê danûstandin nekir, em li ser cîbicîkirina wê yasayê axivîn.”

Qubad Talebanî destnîşan kir: “Li hember du mercên radestkirina dahata petrolê û dahata ji bilî petrolê, ji bo her du mijaran, em li ser cîbicîkirina wan axivîn û li hember wan mercan di 26 trilyon dînar deyn de para Herêmê heye, heta niha mixabin para Herêmê nehatiye diyarkirin. Em li benda bersiva Bexdayê ne, da ku em bizanin para me çiqas e. Em hêvî dikin, berî bidawîbûna vê salê, ji Bexdayê li ser para Herêmê bersivek bigihîje me.”

Cîgirê Serokwezîrê Hêrêma Kurdistanê eşkere kir: “Sala 2021ê dê saleke dijwar be û pêwîstiya me bi wê yekê heye ku em bi hev re bixebitin û bi hev re li hember gefan bisekinin. Pêwîstiya me bi wê yekê heye ku yekrêziya niştimana me hebe û ez hêvî dikim, ji Zaxo heta Besrayê aliyên siyasî bi yek dest û bi yek armanc bixebitin ji bo serdestbûna bi ser kêşeyan de.”

Qubad Talebanî herwiha diyar dike: “Ez geşbîn im ku di sala 2021ê de em serkeftin bi dest bixin ji bo gelê Kurdistanê û gelê Iraqê.”

K24
Top