• Tuesday, 02 July 2024
logo

Partiya Sosyalîst: Li Kerkûkê ji bo her rêkeftinekî divê destpêkê dawî bi desthilata leşkerî bê

Gulan Media December 23, 2020 Nûçe
Partiya Sosyalîst: Li Kerkûkê ji bo her rêkeftinekî divê destpêkê dawî bi desthilata leşkerî bê
Berpirsê malbenda Kerkûkê yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Resûl Reûf ragehand, li parêzgeha Kerkûkê ti rêkeftinek bicîh nayê heta dawî bi desthilata leşkerî neyê û got, desthilata leşkerî guh nade desthilata sivîl.

Resûl Reûf ji BasNewsê re ragehand: ‘’Heta naha desthilat li Kerkûkê desthilatekî leşkerî ye û ew hukim dikin. Ji ber wê jî girêdayî ti rêkeftinekî nînin, ji ber desthilat ne sivîl e, raste di wan çend rojên borî de pêngav hatin avêtin ku ew jî radest kirina rawestgehên sînorê Kerkûkê bo polîsê herêmî bû ku ji kurd, ereb û tirkmenan pêktê, lê me dît ew rawestgah jî ji polîs wergirtin. Rewş êdî li Kerkûkê waha ye û desthilata leşkerî hatiye sepandin li ser parêzgehê û ew guh li desthilata sivîl nagrin. ‘’

Herwaha diyar kir: ‘’Heta dawî bi wê desthilata leşkerî ya Kerkûkê neyê, her rêkeftinek bê kirin jî wek nimûneya radest kirina rawestgehên polîs, yan bo mijara erd û zeviyan, ev hemû tenê nimûne ne. ji ber wek desthilata leşkerî guhe nadin ti kesê û divê berî her tiştî dawî bi wê desthilata leşkerî bê.’’

Berpirsê Partiya Sosyalîst got: ‘’Naha pêngav di çarçoveya hikûmeta herêma Kurdistanê li gel hikûmeta Iraqê de ne û hîn negeheştine wê biryarê ku dawî bi wê desthilata leşkerî ya li Kerkûkê bînin û di civînên navbera wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê û Iraqê de hin behs hene ku bo asayî kirina rewşa Kerkûkê. Lê ew jî odeyekî operasyonan bê ava kirin û piştre rewş pêngav bi pêngav bê asayî kirin.’’

Basnews
Top