• Tuesday, 02 July 2024
logo

Rapirsiya Nû: Surprîzeke Kurdan bo MHPê heye

Gulan Media December 23, 2020 Nûçe
Rapirsiya Nû: Surprîzeke Kurdan bo MHPê heye
Kompanya MetroPoll a Rapirsî û Lêkolînan di rapirsiya xwe ya vê carê de bal kişandiye ser dengderên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li ser bingeha neteweyê. Di rapirsiyê de partiyên sereke yên Tirkiyê û herwiha partiyên nû avakirî jî rêjeyek ji dengên Kurdan bi dest tînin, lê belê rêjeya dengê Kurdan bo MHPê %0 hatiye destnîşankirin.

Di rapirsiya nû de, pirsyara MetroPoll ew e ku “Eger vê Yekşemê hilbijartin çêbibe, dengê xwe dide kîjan partiya siyasî?” Kompanyaya navbirî rêjeya dengderên wan partiyan li gor netewe û çînê cuda kiriye.

Li gor rapirsiyê %29.3ê dengderên Kurd dengê xwe didin AK Partiyê. Di rapirsiyê de Kurdên Zaza cuda hatine hesab kirin û %20ê dengderên wan dengê xwe didin AK Partiyê. Herwiha rêjeya %3.7ê dengderên Kurd dengê xwe didin Partiya Gel a Komarî (CHP), Kurdên Zaza jî %5.

Ji dengderên Kurd rêjeya %32ê dengê xwe didin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kurdên Zaza jî %30 dengê xwe didin wê partiyê.

Herwiha di rapirsiyê de rêjeya dengê Kurdan bo MHPê %0 hatiye destnîşankirin.

Encama Rapirsiya Kompanya MetroPoll

Dengderên AK Partî

%29.7 Tirk

%29.3 Kurd

%20 Kurdên Zaza

%39 Ereb

%15.8 Koçberên Balkanê

%22.2 Koçberên Kafkasyayê

Dengderên CHPê

%19.2 Tirk

%3.7 Kurd

%5 Kurdên Zaza

%17.1 Ereb

%26.3 Koçberên Balkanê

%0 Koçberên Kafkasyayê

Dengderên ÎYÎ Partî

%10.6 Tirk

%0.3 Kurd

%0.9 Kurdên Zaza

%2.4 Ereb

%10.5 Koçberên Balkanê

%0 Koçberên Kafkasyayê

Dengderên HDPê

%1.3 Tirk

%32 Kurd

%30 Kurdên Zaza

%7.3 Ereb

%5.3 Koçberên Balkanê

%0 Koçberên Kafkasyayê

Dengderên MHPê

%8.2 Tirk

%0 Kurd û Kurdên Zaza

%19.5 Ereb

%0 Koçberên Balkanê

%33.3 Koçberên Kafkasyayê

Dengderên Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê

%0.6 Tirk

%4.7 Kurd

%10 Kurdên Zaza

%0 Ereb

%10.5 Koçberên Balkanê

%0 Koçberên Kafkasyayê

Dengderên Partiya Seadetê

%1.2 Tirk

%0 Kurd

%5 Kurdên Zaza

%0 Ereb

%5.3 Koçberên Balkanê

%22.2 Koçberên Kafkasyayê

Dengderên Partiya Pêşerojê

%0.3 Tirk

%2.4 Kurd

%0 Kurdên Zaza

%0 Ereb

%0 Koçberên Balkanê

%0 Koçberên Kafkasyayê

Dengderên Bêbiryar û Dudil

%12.9 Tirk

%16.5 Kurd

%24.1 Kurdên Zaza

%2.4 Ereb

%0 Koçberên Balkanê

%0 Koçberên Kafkasyayê

Rudaw
Top